Mucteba Xameneyî: Em ê tola kesên jiyana xwe ji dest dane hilînin
Rêberê Olî yê Îranê Mecteba Xameneyî anî ziman ku ew ê tola Elî Xameneyî û hemû kesên ku di êrîşên DYE û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane hilînin.
Rêberê Olî yê Îranê Mecteba Xameneyî anî ziman ku ew ê tola Elî Xameneyî û hemû kesên ku di êrîşên DYE û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane hilînin.
Piştî merasîma cenazeyê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî ku di êrîşa DYE û Îsraîlê de hat qetilkirin temam bû, kurê wî Mucteba Xameneyî ku wekî Rêberê Olî yê nû yê Îranê hat peywirdarkirin cara yekem daxuyaniya da. Mucteba Xameneyî li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê tola Elî Xameneyî û hemû kesên ku di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane hilînin û berpirsiyar “wê bên cezakirin.”
Mucteba Xameneyî peyama şer da û got, "Kujerên hov û rezîl ên rêberê şehîd ku navên wan ji jor heta binî bi tevahî hatine belgekirin, wê heta mirinê di nav nivînên xwe de mirineke asayî xeyal nekin."